Endazyarê şerê Efxanistan û Iraqê koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Rumsfeld, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê yê di îdareya George Bush de ku weke endazyarê herdu şerên Efxanistan û Iraqê dihat naskirin, di 88 saliyê de koça dawî kir.

Malbata Rumsfeld roja Çarşemê di daxuyaniyekê de ragihand, Donald Rumsfeld li bajarê Taos li wîleyata New Mexico di nava malbat û kesûkarên xwe de koça dawî kiriye.

Donald Rumsfeld di serdema du serokên Amerîkayê de wezîrê berevaniyê bûye, cara yekê di serdema îdareya Geral Ford 34mîn serokê Amerîkayê de ku di navbera salên 1974-1977an de bûye û cara duyem jî di serdema Georg W. Bush ê kur de ku di navbera salên 2001-2006 de ji aliyê Bush ve weke wezîrê berevaniyê hat destnîşankirin.

Rumsfeld soz dabû ku rotîna di nava artêşa Amerîkayê de nehêle û wiha lê bike, ku artêş bileztir û asantir karên xwe bike.

Heşt mehan piştî destbikarbûna Rumsfeld wek wezîrê berevaniyê, bûyerên terorîstî yên 11ê Îlona 2001 çê bûn û êrişî ser cot tawerên bazirganiya cîhanî li New Yorkê hat kirin ku bû sedema guhertineke mezin li cîhanê.

Rumsfeld serpireştiya karvedana Amerîkayê li hember bûyerên 11ê Îlonê û êrişên ser binkeyên Elqaîde û Talibanê li Efxanistanê kir. Di demeke kurt de, artêşa Amerîkayê Taliban ji desthilata Efxanistanê dûrxist û hikûmeteke nû bi sîstemeke demokratîk li wî welatî pêk anî.

Sala 2002, Rumsfeld û Dick Cheny cîgirê serokê wê demê yê Amerîkayê, bala Pentagonê dane ser Iraqê û rejîma Sedam Hisên.

Sala 2003 Amerîkayê û Brîtanyayê êrişî Iraqê kirin û di dema 19 rojan de tevahiya Iraqê ji destê rejîma Sedam Hisên derxistin.

George Bush di sala 2006 de Rumsfeld ji kar dûrxist, ji ber ku Amerîka di rewşeke giran re derbas dibû, çimku hejmareke zêde ji serbazên Amerîkayê li Efxanistanê û Iraqê di encama êrişan de dihatin kuştin û birîndarkirin.

Di serdema wî de, serederiya xirab a hêzên Amerîkayê li Zindana Ebû Xureyb a Bexdayê û Zindana Guantanamo ya li girava Kubayê bû rojeveke germ a cîhanê.

Janis Karpinski ku efsereke Amerîkayê bû û li girtîgeha Ebû Xurêb îşkence li zindaniyên iraqî dikir, Donald Rumsfeld bi wê yekê tohmetbar kiribû ku ferman daye, hemû amûrên îşkenceyê li dijî zindaniyan bi kar bînin.