Otobûs wergeriya: 44 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hindistanê di encama bûyereke trafîkê de 44 kesan canê xwe ji dest da. Tê gotin, ku dibe hejmara miriyan zêdetir jî be.

 

Li wîlayeta Uttarakhand a Hindistanê otobûsek bi tevê 45 rêwiyên xwe ji kendalê ket. Di encama bûyerê de 44 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes jî bi giranî birîndar bûn.

 

Polîsê Hindistanê ragihand, ku otobûsa rêwiyan ji bajarê Bhoan diçû bajarê Ramnagarê.

 

Piştî bûyerê polîs û Hêzên Destwerdana Lezgîn ên Nîştîmanî li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin.

 

Tê gotin, ku guman heye hejmara miriyan zêdetir jî be.

 

Serokwezîrê Hindistanê Trivendra Singh Rawat, ji ber bûyerê xemgîniya xwe anî ziman û daxwaza sersaxiyê li malbatên kesên canê xwe ji dest dane, kir.