Amerîkayê ceza bi ser çend kesayetiyên Îranê de sepandin; “Hewla kuştina Bolton û Pompeo dane”

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê cezayên nû bi ser çend kesayetî û dezgehên Îranî de sepandin ku bi plana kuştina rayêdarên Amerîkî yên wek Şêwirmendê berê yê Asayîşa Nîştimanî John Bolton, Wezîrê berê yê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û çend kesayetên Îranî û biyanî yên ku li derveyî Îranê dijîn tên tawanbarkirin.

Di çarçoveya sizayan de, mal û milkên 3 kesayetên Îranî, 2 berpirsên payebilind ên Supaya Pasdarên Îranê û saziyeke Îranî dê bên rawestadin û çûnûhatina wan bo Amerîkayê hat qedexekirin.

Yek ji wan kesên ku cezayên îro Pêncşemê bi ser de hatine sepandin, Mihemed Riza Ensarî yê ku Berpirsê Yekîneyeke Feyleqa Quds a Supaya Pasdarên Îranê ye û bi gotina Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, “serpereştiya operasyonên dizî" li derveyî Îranê kiriye, “Di nav wan de plankirin û pêkanîna operasyonên îstixbaratî yên kujer li dijî endamên opozîsyona Îranî li derve û xelkê din ên Amerîkayê, Rojhilata Navîn, Ewropa û Afrîkayê.”

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand, “Mihemed Riza Ensarî bi piştevaniya Şehram Pûrsefî ku welatiyê Îranê ye, plan û hewla kuştina 2 berpirsên berê yên Hikûmeta Amerîkayê dane.”

Ev di demekê de ye ku di Tebaxa sala borî de, Wezareta Dadê ya Amerîkayê Şehram Pûrsefî bi hewldana kuştina John Bolton tawanbar kiribû.