Artêşa Rûsyayê ji derdora Kyivê vedikşe

01-04-2022
RÛDAW
Hêzên Ukraynayê li bajarokê Irpin li bakurê rojavayê Kyivê, 13ê Adara 2022an. Wêne:  Dimitar DILKOFF / AFP
Hêzên Ukraynayê li bajarokê Irpin li bakurê rojavayê Kyivê, 13ê Adara 2022an. Wêne: Dimitar DILKOFF / AFP
Nîşan Ukrayna Rûsya Kyiv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Ukraynayê ragihandiye, wan hêzên Rûsyayê neçar kirine ku ji bajarokê Buça yê li bakurê rojavayê Kyivê û hejmarek gundên derdora paytext vekişe, lê topbarana deverê ji aliyê Artêşa Rûsyayê ve hêj berdewam e.

Niştecihiyên bajarokê Buça yê li bakurê rojavayê Kyiv a Paytexta Ukraynayê dibêjin, dengê topbaranan û dengê firokeyan nahêle xew bi çavê wan bikeve. 

Niştecihiyeka Buçayê dibêje, “Ji jêrzemînê heta bo ser cih... Em bi dirêjahiya şevê şiyar in û guhê me li hatin û çûna firokeyan e.”

Buça bi dûriya 25 kîlometreyan dikeve bakurê rojavayê Kyivê. Xelkê bajarokê Buçayê dibêjin, Artêşa Ukraynayê li çend gundan hêzên Rûsyayê neçar kirine ku paşde vekişin.

Roja 29ê Adarê û piştî civîna şandên danûstankar ên Rûsya û Ukrayayê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, Artêşa Rûsyayê soz da ku çalakiyên xwe yên leşkerî li Kyivê û Chernihivê kêm bike, lê red kir ku wan bi temamî rawestîne.

Artêşa Rûsyayê dibêje, ku ew di lawazkirina jêrxana leşkerî ya Ukraynayê de berdewam in, daku bi gotina wan li ser ewlehiya wan nebe gef.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê, Igor Konashenkov diyar kir, “Bi rêya mûşekên Krûz hejmarek depoyên petrolê  bi hurgulî hatine armanc kirin, ku petrol bo leşkerên Ukraynî yên li Donbasê dabîn dikirin.”

Îro 1ê Nîsana 2022an roja 36mîn a êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê ye.

Tevî sozên Rûsyayê yên bo kêmkirina êrîşên xwe, Artêşa Ukraynayê dibêje, ew amadebaşiyên xwe kêm nakin, ji ber ku  dibêjin “baweriya me bi Rûsyayê nayê”.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst