Li Ewropa û Brîtanyayê amadehiyên Remezanê

Dusseldorf (Rûdaw) - Qralê Brîtanyayê Charles paketên xurmeyan ji bo rojîgiran amade dike û Fransa jî bi taybetî vîzeyê dide melayên ku ji bo meha Remezanê diçin wî welatî.

Li seranserê Ewropayê amadehî ji bo hatina meha Remezanê tên kirin.

Bi taybetî li wan welatên ku civakên mezin ên misilmanan lê hene, amadekarî berfirehtir in.

Li Brîtanyayê Qral Charles di medyayan de derket ku li gel welatiyên şahînşahiya xwe mijûlî amadekirina paketên taybet ên xurmeyan e ji bo rojîgiran.

Li Fransayê jî tevî ku rêkarên tund li hemberî welatên wekî Cezayîrê hatine wergirtin ji bo dayîna vîzeyê lê ji bo meleyan bi dirêjahiya meha Remezanê rewşeke awarte tê bicihanîn û vîzeyê werdigirin.

Wezareta Navxwe ya Fransayê ragihand ku di dayîna vîzeyê ji wan melayan re rêz li wê yekê hatiye girtin ku berê li welatê xwe tên nakirin ku ne hilgirên hizrên radîkal bin.

Piştî derbaskirina lêkolînan dikarin di dema Remezanê de ji bo rêvebirin û serpereştîkirina çalakiyên olî herin Fransayê.