Bi fermana Trump hêzên Amerîkayê êrişî DAIŞê kir

Donald Trump /Wêne: Rûdaw Grafîk

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ragihand ku endamekî pilebilind ê DAIŞê ku li Somaliyê plansaziya êrişan dikir, di operasyonekê de hat kuştin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Trump da zanîn ku serkirdeyekî pilebilind ê DAIŞê yê ku xwe di şikeftê de veşartibû û gef li Amerîka û hevalbendên wê dixwar, bi fermana wî di êrişa esmanî ya berfireh a sibehê de hat kuştin û çend endamên din ên rêxistinê jî di êrişê de hatin kuştin.

Trump da zanîn ku di êrişê de zirar negihîştiye sivîlan û got, " Artêşa me bi salan e ku vî plansazê êrişan ê DAIŞê dikir arman, lê Biden û hevalên wî bi lez tevnedigeriyan da ku kar bi dawî bikin. Min kir!

Trump diyar kir ku ev operasyon ji DAIŞê û hemû kesên ku gef li Amerîkiyan dixwin peyameke girîng e û got: "Em dê we bibînin û em dê we bikujin."