Swêd dê mafê penaberiyê ji welatiyên Sûriyeyê bistîne
Dusseldorf (Rûdaw) – Birêvebiriya Koçberan a Swêdê ragihand ku eger ew penaberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne û serdana welatên xwe bikin dê mafê penaberiyê ji wan were standin.
Birêvebirê Kar û Barên Yasayî yê Birêveberiya Koçberan a Swêdê Karl Bexselius diyar kir ku ji aliyê yasayî ve mafê penaberî û parastinê ji wan kesan re hatiye dayîn ku li welatê xwe neparastî bûn ev biryar tê dayîn.
Li gorî nêrîna Hikûmeta Swêdê, eger ew kes karibin vegerin welatê xwe, êdî pêwîstiya wan bi parastina Swêdê namîne.
Biryar hemû Sûriyeyiyan nagire ku li gorî amarên fermî 36 hezar kes in lê dê rewşa her kesî bi awayekî cuda were nirxandin ka çima vegeriyane û gelo dê mafê penaberiya wan were standin yan na.
Meha borî 12 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) biryar da ku êdî dosyayên penaberiyê yên welatiyên Sûriyeyê nenirxînin.
Swêd yek ji wan welatan e ku ji meha borî ve kar û barê penaberiyê ji bo kesên ji Sûriyeyê diçin wî welatî rawestandiye.