Piştî biryara Trump: Yekîtiya Ewropa û Meksîk piştgiriya aborî didin hev

Navenda Nûçeyan –  Piştî ku hêviya Yekîtiya Ewropayê nema ku bi Amerîkayê re rêkevtinekê li ser bazirganiya azad pêk bîne, biyar da ku bi Meksîkê re bazirganiyê bike.

 

Yekîtiya Ewropayê (YE)biryar da ku bi Meksîkê re têkeve piştevaniya bazirganiyê.

 

Li gorî daxuyaniya Komîsyona YEyê, biryar hatiye dayîn ku lez bidin ji nû ve pêkanîna Rêkevtina Bazirganiya Azad a ku sala 2000an, di navbera Yekîtiya Ewropayê û Meksîkê de hatibû îmzekirin.

 

Di vê çarçoveyê de her du alî dê di tarîxên 3-7ê Nîsanê û 26-29ê Hezîranê, du hevdîtinên cuda pêk bînin.

 

Wezîrê Aboriyê yê Meksîkê Ildefonso Guajard û Berpirsê Bazirganiyê yê Komîsyona YEyê Cecilia Malmstrom bi rêya telefonê bi hev re axivîne û biryara lezdayîna hevdîtinan dane.

 

Malmstrom û Guajard li ser vê mijarê daxuyaniyeke hevpar dan.

 

Di daxuyaniyê de, Malmstorom û Guajard li ser helwesta Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo parastina aboriya Amerîkayê peyamek dan û wiha gotin:  “Em dibînin li YEayê daxwaza parastinê bi awayekî tirsnak zêde dibe. Niha em weke welatên hemfikir, divê ramana hevkariya bazirganiya gerdûnî û eşkere bi hev re biparêzin.”