Firoke ket: 12 kes mirin

Navenda Nûçeyan - Hat ragihandin ku li Kosta Rîkayê firokeya 12 kes têde ket, û di encamê de her 12 kesan jî canê xwe ji dest da.

 

Wezareta Ewlehiya Gelemperî ya Kosta Rîkayê eşkere kir ku firokeya ku tê de 10 biyanî û 2 murettebat hebûn li herêma Guanacasteya ket.


Wezaretê dîmen û wêneyên enqaza balafirê parve kirin û da zanîn ku ji kesên ku di firoke de bûn ti kes nefilitî.


Birêveberiê Geştên Asamanî yên Medenî yê Kosta Rîkayê Enio Cubaillo jî derbarê firokeya navborî de got, firokeyê 10 rêwiyên otelekê dê bibira Firokexaneya Navnetewî ya Juan Şantamariayê lê li çiyayên  Guanacasteyê ketiye û bi temamî şewitiye.


Nivîsîn: Aydin Bayram