Sê xuşkên haltervan ên Kurd 12 madalya bidest xistin

Hewlêr (Rûdaw) - Di Şampiyoniya Halterê ya Welatên Erebî de ku li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat lidarxistin, sê xuşkên Kurd ên bi navên Îsra, Înas û Oşîn Muhsin 12 madalyayên Zêr û Zîv bi dest xistin. Serokatiya Herêma Kurdistanê jî pîrozbahî li haltervanên jin ên Kurd kir.

Haltervanên jin ên Kurd ku li ser navê Tîma Niştîmanî ya Iraqê beşdarî şampiyonê bûn, mohra xwe li Şampiyoniya Halterê ya Welatên Erebî xistin ku li qezaya Şeqlawe ya Hewlêrê bi beşdariya 200 werzişvanên 14 welatên erebî hat lidarxistin.

Sê xuşkên werzişkar, Îsra, Înas û Oşîn Muhsin ku bavên wan jî şampiyonê halterê ye, di şampiyonê de performanseke balkêş nîşan dan û bi giştî 12 madalya, 9 zêr û 3 zîv bi dest xistin.

Înas Muhsin 6 madalyayên Zêr wergirtin

Înas Muhsn a 19 salî di 58, 59, 61 û 65 kîloyan de bi giştî 6 madalyayên Zêr bi dest xistin.

Xuşka Înas a mezin Îsra Muhsin 3 madalyayên Zêr, xuşka din Oşîn Muhsin jî 3 madalyayên Zîv bi dest xistin.

Înas Muhsin ji Rûdawê re axivî û got, her sê xuşk jî îlham ji bavê xwe girtine û ev 3 meh bûn ku xwe ji bo vê şampiyona navdewletî amade dikirin.

Razawa Loqman, haltervaneka din a Kurd û endama Tîma Niştimaniya Iraqê ya Halterê 2 madalyayên Zîv û Bronz, Derya MIhmeed 3 Zîv û Îman Mihemed jî 3 madalyayên Zîv û 3 Bronz bi dest xistin.

Hemû endamên Tîma Niştimaniya Iraqê ya Halterê ya Jinan, di vê gera Şampiyoniya Halterê ya Welatên Erebî de Kurd bûn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di peyamekê de pîrozbahî li haltervanên jin ên Kurd kir ku di şampiyoniyê de serkeftin tomar kirin.