Amedspor piştî 6 maçan bi ser ket

Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê li mala xwe Manisa FKyê 3-2 têk bir û piştî 6 maçan bi ser ket.

Amedspor û Manisa FK di 14emîn hefteya Lîga Yekemîn de li stadyûma Amedê hatin pêşberî hev.

Amedspor di nîveka yekem de bi golên Yilmaz Ceylan (15 dq) û bi Britt Assombalonga (45+1 dq) 2-0 ket pêş.

Li ser navê Manisa FKyê di xuleka 54an de Kwasi Okyere Wriedt golek avêt û skor bû 2-1.

Lê Amedsporê zû bersiv da vê golê û xuleka 55an bi gola Bruno Lourenço 3-1 ket pêş.

Manisa FKyê  jî dev ji lîstikê berneda û di xuleka 64an de Kwasi Okyere Wriedt goleke avêt û skor bû 3 - 2 û maç bi vê encamê qediya.

Amedsporê bi vê encamê pûana xwe derxist 18an û di Lîga 1em a TFFyê de derket rêza 14emîn.

Amedspor dê 4ê Kanûna Pêşîn li mala xwe bi Adanasprê re bilîze.