Amedspor û Tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê îro tên pêşberî hev
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Amedspor piştî demeke dirêj careke din li stadyuma xwe dilîze û vê carê rikeberê wê Tîma Şaredariya Mezin a Manîsayê ye.
Amedspor û Tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê di maça hefteya 14emîn a Lîga Yekemîn de îro Şemiyê saet 13:30an li Stadyuma Diyarbakirê tên pêşberî hevdû.
Amedspor di Lîga Yekemîn a TFFyê de bi 15 pûanan di rêza 17an de ye û Tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê jî bi 17 puanan di rêza 16an deye.
Demeke dirêje ji ber amadenebûna Stadyuma Diyarbakirê Amedspor lîstikên xwe li derveyî parêzgehê dilîst.
Ji ber sernekeftina di çend lîstikan de alîgiran dest bi nerazîbûnê kiribû û rêveberî û rahênerên tîmê hatibûn guhertin.