Brîtanya derket tûra 16an û Walesê jî xatir ji Kupaya Cîhanî xwest

Hewlêr (Rûdaw) - Di pêşbirka sêyemîn û dawîn a Koma Byê a Kupaya Cîhanî de Brîtanyayê bi 2-0 ji Walesê bir û bi vê encamê weke pêşenga komê derket tûra 16an.

Di nîva ewil a pêşbirkê de her tîman jî her çend derfetên golavêtinê bidest xistin, lê nekarin encamê biguherînin û nîva yekem 0-0 bidawî bû.

Tîma Brîtanyayê hêj di destpêka nîva duyem de, serdestiya xwe nîşan da û  di xuleka 50mîn de Rashford û di xuleka 51emîn de jî Foden her yekê golek li ser navê tîma xwe tomar kirin.

Lîstikvanê Brîtanyayê Marcus Rashford di xuleka 68mîn de golek din jî avêt û encama bi 3-0 dawî bû.

Bi vê encamê tîma Walêsê piştî 64 salan cara ewil e di qonaxa koman de xatir ji Kupaya Cihanî ya FIFAy 2022an dixwaze. Tîma Brîtanyayê jî derket tûra 16an û bû rikebera Senegalê.