Spanyayê hêviyên Gurcistanê şikandin: 4-1

Hewlêr (Rûdaw) – Spanya li pêşberî Gurcistanê 4 û 1 bi ser ket û derket çaryeka fînalê.

Spanya û Gurcistan di maça EURO 2024ê ya 16 tîmên dawî de li Stadyuma Kolnê hatin pêşberî hev.

Spanya 4 û 1 bi ser ket û derket çaryeka fînalê.

Gurcistana ku heta vê maçê jî bi hêvî bû destevala vegeriya mala xwe.

Lîstikvanê Spanyayê Robin Le Normand xuleka 18an berê gokê da qeleya xwe û Gurcistan 1-0 xist pêş.

Spanya bi golên Rodri (xuleka 39an), Fabian Ruiz (xuleka 51ê), Nico Williams (xuleka 75an) û Dani Olmo (xuleka 83yan) bersiv da Gurcistanê derket çaryeka fînalê.

Spanya dê di maça çaryeka fînalê de bi Almanyayê re bilîze.