Hunermendekî Sûrî wêneyê Maradona li ser dîwarê kavilekê çê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Idlib a Sûriyê hunermendek li ser dîwarê kavilekê wêneyê Diego Maradano çê kir.

Diego Armando Maradano, efsaneyê futbolê yê Arjantînî roja, roja 25ê vê mehê di 60 saliya xwe de bi celteya dil koça dawî kir.

Li her welatekî cîhanê alîgirên Maradona bi şêwazên cuda xemgîniya xwe derbirîn û hezkirina xwe nîşan dan. Li Sûriyê jî ku bi salan e di nav şer de ye, Maradona nehat jibîrkirin.

Hunermendekî Sûrî li parêzgeha Idlibê li ser dîwarê xaniyekî rûxiyayî wêneyê wî efsaneyê futbolê çê kir.

Hunermend Ezîz Esmer dibêje, wî gelekî ji Maradona hez dikir, li hemû lîstikên wî temaş kiriye, lewma weke wefadariyekê ji bo lîstika Mardona, wêneya wî li ser dîwarê kavilekê çêkiriye.

Maradona sala 1996an bi aşkere ragihandibû ku ew madeyên hişber bikar tîne û tim jî dê bikar bîne. Sala 2000an jî Maradona ji ber kêşana maddeyên hişber tûşî dosa zêde (overdose) bûbû û sala 2004an jî celteya dil lê dabû.

Maradona ku salek piştî wê jî neçar ma neştergerî bike, 2007an careke din tendirustiya wî têk çû û bo nexweşxaneyê hat veguhastin. Maradona ji sala 2004an ve alkolê bikar tîne û ji ber wê yekê jî rexne lê dihat girtin.ş

Li gor hinek çavkaniyan sala 2017an Maradona ji rojnamevanan re ragihand, wî 13 sal in dest ji madeyên hişber berdaye.

Maradona sala 1986an li gel tîma netewî ya Arjantînê karî Kupaya Cîhanî bi dest bixe. Maradona di tîmên Boca Juniors, Napolî û Barcelona de cih girtibû û li ser asta sîhanê hejmareke zêde ya alîgiran hebû.