Serokê Federasyona Fûtbolê: Mizgînî, Kurdistan dê bibe endamê FIFAyê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Federasyona Futbolê ya Herêma Kurdistanê Sefîn Kanebî got: “Ez dixwazin mizgîniyê bidim, ku eger Kurdistan bibe dewlet tîma hilbijardeya Kurdistanê dibe endamê FIFAyê û dê bikare beşdarê şampiyoniyên Asya û cîhanê bike.”

 

Serokê Federasyona Futbolê ya Herêma Kurdistanê Sefîn Kanebî di hevpeyvînekê taybetî de bersiv da pirsên Rûdawê û eşkere kir, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê qebûl kiriye bûdceyê bide wan da ku bikarin îsal Xula Nayabên Kurdistanê birêve bibin.

 

Kanebî beriya çend rojan ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re nameyek şandibû û eşkere kiribû, ku eger alîkariya darayî nedin wan, dê nekarin îsal çalakiyên futbolê li Kurdistanê encam bidin.  Li hember vê yekê bersiva Serokwezîr Barzanî, dilê werzîşhezên Kurdistanê xweş kir.

 

Serokê Federasyona Futbolê ya Herêma Kurdistanê Sefîn Kanebî da zanîn, ku Nêçîrvan Barzanî gotiye ew dê bi hemû awayî alîkariyê bidin federasyonê û got: “Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî gelek piştgiriya me dikin. Ji bo berdewamkirina çalakiyên futbolê dê hevkariya me bikin.”

 

Kenabî da zanîn, ku ji bo birêvebirina Xula Nayabên Kurdistanê pêwîstiya wan bi 300 heta 400 milyon dînaran heye û ew dixwazin li ser astê xortan û keçan jî çend palawanitiyan pêk bînin.

 

Li gorî zanyariyê Rûdawê dê Xula Nayabên Kurdistanê di meha Mijdarê de dest pê bike.

 

Li ser pirsa, “gelo eger Kurdistan bibe dewlet ti planeke Federasyona Futbolê ya Kurdistanê heye?” Sefîn Kanebî wiha axivî:

 

“Ez mizgîniyê didin hemû ciwan û werzîşhezên Kurdistanê, ku dê ew bibin sûdmendê yekemîn û dê werzîşa Kurdistanê bibe sûdmendê yekemîn. Li gel yekemîn  pêngava dewletbûnê de dê tîma hilbijardeya Kurdistanê bibe endamê Yekîtiya Federasyonên Futbolê ya Navnetewî FIFAyê. Dê tîma Kurdistanê bikare beşdarê şampiyoniyên Asya û cîhanê bike. Tenê ne futbol, hemû beşên din ên werzîşê dê bibin xwediyê federasyonên xwe û beşdarî şampiyoniyên Asya û cîhanê bikin. Lijneya Olîmpiyatên Kurdistanê dê raste rast bi Lijneya Olîmpiyatên Cîhanê ve were girêdan. Bi kurtî eger em bibin dewlet, Iraq çi dibêje bila bêje.”

 

Serokê Federasyona Futbolê ya Herêma Kurdistanê Sefîn Kanebî da xuyakirin, ku eger Kurdistan bibe dewlet ji bo avakirine tîmeke bihêz a nîştîmanî dê konferansekî saz bikin û planên xwe amade bikin.

 

Kanebî da zanîn, ku ew dê futbolîstên Kurdistanê yên li derveyî welat jî vexwînin û got: “Eger wiha be bê guman emê futbolîstên li derveyî welat dilîzin jî hildin nava tîma nîştîmanî. Ez bawer nakim ti werzîşvanek hebe ku nexwaze di bin Ala Kurdistanê de, bi navê tîma Kurdistanê nelîze.”