Portugal Uruguay 2-0 têk bir

Hewlêr (Rûdaw) - Di pêşbirka duyemîn a Koma Hyê ya Kûpaya Cîhanî ya 2022an da ku li Qatarê tê lidarxistin de Portugal Uruguayê 2-0 têk bir.

Di nîva ewil a pêşbirkê da futbolîstê Portugalî Nuno Mendes birîndar bû û ji lîstikê derket.

Di nîvê duyemîn de Poztugal di xuleka 54an de bi Bruno Fernandes gola ku lê digeriya dît û tîma xwe li hemberî Uruguayê 1-0 xist pêş.

Di xuleka 82emîn de Cristiano Ronaldo ji lîstikê hat derxistin.

Bruno Fernandez di xula 90emîn de vê carê di penaltiyê de gola duyemîn a xwe û tîma xwe tomar kir û Portugal bi 2-0 ji Uruguayê bir.

Bi vê encamê Portugal bi 6 pûanan qonaxa dawî ya 16an garantî kir.