Qeter bû sponsorê Bayern Munchen

Dusseldorf (Rûdaw) - Tevî ku Qeter ji ber rewşa mafên mirovan di jêr rexneyên tund de ye, lê tîma futbolê ya Bayern Munchen a almanî peymaneke hevkariyê ligel wî welatî îmza kir.

 

Mafên mirovan li wî welatî parastî bin an na, tîma futbolê ya almanî Bayern Munchen ligel firokexaneya paytexta Qeter Dohayê peymaneke sponsoriyê îmze kir, ku dê salane bi milyonan Euro biherikîne qaseya Bayern Munchen.

 

Roja çarşemê rêvebirê giştî yê Bayern Munchen, Karl-Heinz Rummenigge, diyar kir ku wan ligel firokexaneya navnetewî ya Dohayê “Hamad International Airport“ peymaneke 7 salî ya sponsoriyê mohr kiriye.

 

Bi vê peymanê firokexaneya Doha dibe yek ji 10 partnerên Bayern Munchen yên sereke, ku xwedî maf in ku reklama xwe di nava stadyûmê de jî belav bikin.

 

Tevî ku Bayern Munchen eşkere nekir ku ji vê peymana sponsoriyê çiqas pere jê re tên, lê li gor şarezayên peymanên sponzoriya sporê, bi vê peymanê wê salane di navbera 5 û 7 milyon Euro ji Bayern Munchen re werin.

 

Li ser peymana sponzoriyê, rêvebirê giştî yê Bayern Munchen, Karl-Heinz Rummenigge, got: “Ev gaveke din e ber bi stratejiya me ya navnetewîbûnê. Beşekî hevkariyê ew e ku em hevpar piştgiriya projeyên civakî û guftûgoyên li ser mijarên civakî-siyasî yên nakok bikin.“

 

Di şeş salên borî de Bayern Munchen kampa xwe ye rahênanê li Qeterê vedikir û ji ber vê yekê gellekî dihate rexnekirin, ji ber ku Qeter tê rexne- û tometbarkirin ku bi tundî mafên mirovan binpê dike. Îsal jî wê Bayern Munchen kampa xwe ya rahênanê li Qeterê veke û tê çaverêkirin ku dîsa rastî rexnekirinê werê.