Hollanda û Ekvador wekhev man

Hewlêr (Rûdaw) - Di pêşbirka duyemîn a Koma Ayê ya Kûpaya Cîhanî ya FIFAyê ya 2022an de Hollanda û Ekvador 1-1 man.

Di xuleka 6emîn de Cody Mathès Gakpo gola Hollandayê avêt. Gola Ekvadorê jî di xuleka 49emîn de ji Enner Valencia hat.

Hollanda û Ekvador di pêşbirka xwe ya ewil a Koma Ayê da bi serketibûn.

Di pêşbirkên dawîn ên komê de dê Hollanda bi Qeterê re û Ekvador jî bi Senegalê re bên hemberî hev.

Piştî pêşbirkên duyemîn ên Koma Ayê Hollanda û Ekvador her yek gihîştin 4 pûanan û Senegal jî gihîşt 3 pûanan. Qeter jî bê pûan ma.

Qeter di dîroka tûrnûvayê de bû welatê yekem a mazûvan ku piştî du pêşbirkên komê misoger bû ku ji komê dernekeve.

Afrîkaya Başûr ku mazûvaniya Kûpaya Cîhanî ya 2010'an diki, nekarî ji komê derkeve.