Deniz Naki peyamek arasteyî Mesut Ozil kir

Navenda Nûçeyan – Futbolîst Deniz Naki ku berê di Tîma Amedsporê de dilîst, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek arasteyî Mesut Ozil kir ku Ozil ragihandibû, ji ber nijadperestiyê dest ji karê xwe kişandiye û êdî di Tîma Almanyayê de nalîze.

 

Deniz Naki di twîta xwe de dibêje: “Çima kesên ku te weke yekî xwemalî û kesekî niştimanperwer dibînin, min weke kesekî terorîst dibînin.”

 

Naki di peyama xwe de eşkere kiriye ku li Amedê ji ber ku şer û pevçûn hebûye û mirov dimiriyan û wî jî ji bo ku mirov nemirin helwesteke aştiyane nîşan daye, li stadên Tirkiyê gelek caran sivikatî pê hatiye kirin û rastî gotinên nexweş hatiye, herî dawî jî li Almanyayê rastî êrişeke çekdarî hatiye û ji ber ku li gel Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş wêne kişandiye, li Tirkiyê gelek caran rastî zextê hatiye.

 

Deniz Naki ji Mesut Ozil wiha pirsiye: “Helwesta xwe ya ku tu dibêjî 'ji ber êrişên faşist ên li Almanyayê li dijî min hatine kirin, ez tîma netewî ya Almanyayê berdidim', dema ku li Tirkiyê li min û li futbolîstên Kurd êrişên nijadperest û faşist dihatin kirin, çima bêdeng mayî?”

 

Naki herwiha dibêje: “Li ku dibe bila bibe, divê mirov li dijî faşîzm, nijadperestî, zordarî û tiştên ku rûmeta mirov dişkîne, bibe.”

 

Deniz Naki ku peyva "Azadî" li ser milê xwe nivîsandiye û li gel Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş wêne kişandiye, ji aliyê Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) ve 3 sal û 6 meh ji futbolê hatiye dûrxistin û 56 hezar dolar ceza li wî hatiye birîn. Herwiha Deniz Naki piştî ku li Tirkiyê ji futbolê hat dûrxistin, li Almanyayê niştecih bû û li wir jî rastî êrişeke çekdarî hat.