QERS - Li bilindahiya 2 hezar metreyan şampiyoniya ralliyê
Hewlêr (Rûdaw) - Şampiyoniya Ralliyê ya Maxima 2024ê li navçeya Qamûşanê ya Qersê bi rê ve çû.
Werzişvanên otomobîlên pêşbaziyê li çiyayên Qersê yên 2 hezar metreyan bilind li ser berfê rikeberiyeke tund kir.
Şampiyoniya ku cara yekem e li Qersê hat sazkirin û 3 rojan berdewam kir, roja yekşemê bi dawî bû.
Organîzatorê Şampiyoniya Ralliyê Murat Kaya li ser pêşbirkê got:
“Li Tirkiyeyê yekemîn û tekane ralliya berfê ya Sarikamişê ye. Li ser asta cîhanê yekemîn rallî ye ku li bilindahiya 2 hezar metreyan e.
Ji ber vê rewşê hem werzişvan û hem jî otomobîl zehmetiyê dibînin.”
Di roja dawî de merasîma xelatdayînê hat sazkirin û kesên serkeftî hatin xelatkirin.
Rayedarên bajêr dixwazin vê pêşbaziyê wekî kevneşopieyekê her sal saz bikin.
“Bibe şampiyoniyeke navneteweyî”
Parêzgarê Qersê Ziya Polat anî ziman:
“Ez spasiya hemû werzişvan û hevalên ku keda wan hebû dikim.
Ez hêvî dikim Ralliya Sarikamişê wekî sazûmanî her sal bê sazkirin û bibe şampiyoniyeke navneteweyî.”
26 tîm û 52 werzişvan beşdarî Şampiyoniya Ralliyê ya Qamûşanê bûn û 19 tîm û 38 werzişvan gihiştin fînalê.
Ji tîma Parkur Racing Kerem Kaza û cîgirê wî Andris Malnieks bûne yekem.