Amedspor ji Îdirê bi pûanekê vegeriya

Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor li deplasmanê bi Igdir FKyê re 1-1 ma ji Îdirê bi pûanekê vegeriya.

Amedspor û Igdirspor di maça hefteya 13emîn a Lîga Yekemîn de îşev li Stadyuma Bajêr a Îdirê demjimêr 20:00an hatin pêşberî hev.

Lîstikvanê Igdir FKyê Kosta Aleksic xuleka 4an golek avêt û tîma xwe 1-0 xist pêş.

Amedspor xuleka 78an bi gola Velî Çetîn bersiv da Igdir FKyê.

Lîstik bi encama 1-1 bi dawî bû û her yekê pûanek wergirt.

Amedsporê bi lîstika dawiyê pûana xwe derxist 15an û disa di rêza 17yan de ma.

Igdir FKyê bi 22 pûnan di rêza 5an de ma.