Amedspor û Igdir FK di bin berfê de tên pêşberî hev

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmên Bakurê Kurdistanê Amedspor û Igdir FK sibe li parêzgeha Îdirê tên pêşberî hev.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê diyar kir ku dê li parêzgeha Îdirê berf û baran bibare û pileya germahiê jî dakeve heta 2 pileyan.

Amedspor û Igdirspor di maça hefteya 13emîn a Lîga Yekemîn de sibe li Stadyuma Bajêr a Îdirê demjimêr 20:00an tên pêşberî hev.

Tê pêşbînîkirin ku tevî baranê dê berf jî bibare û di wê avhewayê de lîstik were lîstin.

Amedspor di Lîga Yekemîn a TFFyê de bi 14 pûanan di rêza 17an de ye û Igdir FK jî bi 21 puanan di rêza 5an de ye.