Kupa Cîhanî - Belcîkayê Kanada bi encama 1-0 têk bir

Hewlêr (Rûdaw) -  Di Kûpaya Cîhanê ya FIFA ya 2022an de ku li Qatarê hat lîstin Belcîkayê di pêşbirka yekem a Koma Fyê de Kanada bi golekê têk bir.

Di çarçoveya Kupaya Cîhanî ya 2022 FIFA ya li Qaterê de her du tîmên di Grûpa Fyê de Belcîka û Kanada derketin pêşberî hev.

Lîstikvanê Belcîkayê Alphonso Davies di xuleka 10mîn de nekarî ji penaltiyê sûde werbigire.

Di dawiya nîva yekemîn de Belcîkayê serdestiya xwe nîşan da û di xuleka 44mîn de lîstikvanê wê tîmê yê bi navê Batshuayi  piştî çend pasan karî golekê li ser navê tîma xwe tomar bike û encam kir 1-0 û nîva yekem a lîstikê di berjewendiyê Belcîkayê de bidawî bû.

Di nîva yekem de her çend herdu tîman jî derfetên baş bo golavêtinê bidesxitin, lê nekarin encamê biguherînin.