Merasima tîr û pişka 19. kûpa lawên cîhanê sibê tê sazkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Merasima tîr û pişka yariyên fûtbolê yên 19. Şampiyoniya lawên cîhanê dê sibê li Tirkiyê bê sazkirin.

Merasima tîr û pişka yariyên fûtbolê yên 19. Şampiyoniya lawên cîhanê sibê (25.03.2013) li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê tê lidarxistin.

Merasima tîr û pişkê dê saet 20:00 bi dema Hewlêrê bê sazkirin. 24 tîm beşdarî şampiyoniya lawên cîhanê ya Stenbolê dibin ku yek jê tîma lawên Iraqê ye.

Hat zanîn ku yariyên şampiyoniya lawên cîhanê ya Stenbolê dê roja 21.06.2013 dest pê bike û roja 13.07.2013 bidawî bibe.