VÎDEO - Ji Boksorê kurd 38emîn nakawt!

New York (Rûdaw)   Boksorê kurd ê ji Kanadayê, Mazz Akdenîz li New Yorkê bi skora 3-0 karî rikeberê xwe yê amerîkî û bi vê encamê serkeftinên wî gihîşt 38ê. Bokserê kurd dibêje ew dixwaze weke Mike Tyson bibe şampiyonê cîhanî.

 

Malbata Mazz Akdenîz ji navçeya Farqîna Amedê koçberî Kanadayê bûye. Boksorê kurd ku 19 salî ye, di heyama du salên vê dawiyê de 38 caran di lîstikên boksê de serkeftiye.


Mazz Akdenîz ji Rûdawê re diyar kir ku ew heya niha beşdarî 41 lîstikên boksê bûye lê tenê 3 caran serneketiye û got: “Herî dawî li New Yorkê min di maça boksê de hersê raund standin û min bi hêsanî bi skora 3-0 qezenc kir.”


Akdenîz niha li bajarê Montrealê di koleja polîs de şagirt e, û ew dibêje dema ev sala bê piştî ku kolej qedand, dixwaze digel polîsiyê weke profesyonel werzîşa boksê jî bike û tevlî lîstikan bibe.


Boksorê kurd herwiha got: “Armanca min ew e ku ez weke Mike Tayson bibim şapiyonê cîhanî û welatê min pê min şanaz bibe.”