Şampiyona dawî bi 4 golan dest bi Kûpaya Cîhanî kir
Hewlêr (Rûdaw) - Di Kûpaya Cîhanê ya 2022an de, şampiyona dawî Fransa di pêşbirka yekem a Koma Dyê de Awustralyayê 4-1 têk bir.
Di pêşbirka ku li Stadyuma Al Jonoub hat lîstin de Craig Goodwin Goodwin di xuleka 9emîn de Awustralyayê 1-0 xist pêş.
Piştî gola Awustralyayê Fransa kontrolê xist destê xwe. Di xuleka 27an de Adrien Rabiot û di xuleka 32an de Oliver Giroud dîkan 2-1 xist pêş û nîveka yekem bi vê encamê bi dawî bû.
Di nîveka duyem a pêşbirkê de jî serdestiya Fransayê berdewam kir. Di xuleka 68an de Kylian Mbappe û di xuleka 71an de Giroud encama pêşbirkê diyar kirin û Fransa Awustralya 4-1 têk bir.
Bi vê encamê Fransa di Koma Dyê de ket rêza yekem û Awustralya jî di rêza dawî de cih girt.