Li Qersê heyama nû ya hespsiwariyê destpê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, pêşbaziya hespsiwariyê birêve çû. Hespsiwariya ku ji berê de li Kurdistanê weke rahênana şer dihat kirin, pire bûye wareke werzişî.

Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, di heyama nû de yekemîn lîstika hespsiwariyê cirîd hat lidarxistin. Hespsiwar ji bo beşdariya pêşbaziya hespsiwariyê li ser pîstê amadekariyan dikin.

Serokê Tîma Hespsiwariyê yê Gundê Koşapinar Ehmed Yigit got: “Ev werzîşa bapîrên me ye. Ji ber em jê hezdikin em dixwazin vê werzîşê biparêzin û nifşê nû fêr bikin.”

Li navenda werzîşa hespsiwariyê ya li navçeya Selîm e ku rûberê wê 23 hezar metre çargoşe ye ku nû hatiye temamkirin, her çiqas cara yekem e deriyê xwe ji hespsiwar û welatiyan re vedike, lê hejmareke zêde ya welatiyan li vir amade ne.

Serokê Tîma Hespsiwariyê yê Gundê Başkoyê Îlhamî Yildiz jî got: “Ji ber ku yekem car di vê heyamê de tê kirin, xelkekî zêde amade ye. Lê bi rastî ji ber pêşbirka yekem bû me ewqas çaverê nedikir. Girîngiyeke zêde didinê. Di dinyayê de zehmettirîn werzîş e. Çinku di vê werzîşê de pêwîst e hesp û hespsiwar heman performansê nîşan bidin û di nav hemahengiyê de bin.”

Biryar e pêşbirkên hefteya bê jî bi beşdariya hespsiwarên gundên Koşapinar, Başkoy, Darbogaz û Akçakaleyê yên ser bi Qersê ve birêve biçe.

Li Bakurê Kurdistanê ji berê de lîstikên Cirîdê hebûn û wek lîstikên şer dihatin binavkirin. Piştre wek werzîşê hatin lîstin û sala 1957an yekem car li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê bi fermî tîma hespsiwariyê hat damezrandin.