6 tîm ji Super Lîga Ewropayê vekişiyan

Hewlêr (Rûdaw) - 6 tîmên mezin ên Îngîltereyê ji Super Lîga Ewropayê vekişiyan ku ji damezrênerên wê lîgê bûn.

Ji bo cara yekem tîma Manchester City proseya vekişîna ji Super Lîga Ewropayê da destpêkirin. Piştre tîma Chelsea ragihand ku ew belgeyên pêwîst amade dikin bo ku ji wê lîgê vekişin.

Piştî wan herdu tîman, Arsenal, Liverpool, Manchester United û Tottenham jî aşkere kirin ku ew ji Super Lîga Ewropayê vekişiyane.

Ev yek di demekê de ye ku şeva Yekşemê, 21/04/2021, bi beşdariya mezintirîn 12 tîmên futbolê yên Îngîltere, Spanya û Îtalyayê Super Lîga Ewropayê hatibû avakirin.

Ev plan rastî nerazîbûneke tund a UEFA, FIFA, hikûmeta Îngîltere û alîgirên wan tîman hatibû û hişyarî hatibû dayîn ku ew futbolîstên di wê lîgê de cih bigirin nikarin di lîgên din de bilîzîn.

Li gor zanyariyan tîmên Barcelona û Atletico Madrid ên La Liga ya Spanyayê jî amadekariyan dikin ji Super Lîga Ewropayê vekişin ku herdu jî ji damezrênerên wê lîgê ne.

Van tîman Super Lîga Ewropayê ava kiribûn;

Ji Premier Lîg a Îngîlterê Arsenal, Chelsea, Liverpool, Manchester City, Manchester United û Tottenham, ji La Ligaya Spanyayê Atletico Madrid, Barcelona û Real Madrid û Seria A ya Îtalyayê jî Milan, Inter Milan û Juventus.