Lîstikvanekî Kurd ê Tîma Iraqê: Nêçîrvan Barzanî em vexwendin bo Hewlêrê

21-01-2023
RÛDAW
Lîstikvanekî Kurd ê Tîma Iraqê: Nêçîrvan Barzanî em vexwendin Hewlêrê
Lîstikvanekî Kurd ê Tîma Iraqê: Nêçîrvan Barzanî em vexwendin Hewlêrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvanê Kurd ê futbola Iraqê Aso Rostem ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ew vexwendine Hewlêrê û piştevanîya xwe jî ji bo her alîkarîyeka ku tîma Iraqê pêdivê hye nîşan da.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî îro Şemiyê 21ê Çileya 2023yan li Bexdayê pêşwazî li lîstikvanên tîma netewî ya futbolê ya Iraqê kirin û ew pîroz kirin ku Kûpaya welatên Kendavê bi dest xistin.

Lîstikvanê Kurd ê futbola Iraqê Aso Rostem ji Rûdawê re diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî ew bo Hewlêrê vexwendin û girîgiyeke taybet bi lîstikvanên Kurd nîşan da.

Aso Rostem anî ziman ku ew dê li ser daxwaza Nêçîrvan Barzanî serdana Hewlêrê bike.

Rostem eşkere kir ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ji bo pêşxistina tîma Iraqê rahênereke nû aniye û got: “"Mihemed Şiya Sûdan çaverê dike ku di çar salên pêş de tîma Iraqî beşdarî Kûpaya Cîhanê bibe.”

Derbarê soza parêzgariya Besreyê de ku gotibû ew dê ji bo her lîstikvanekê otomobîlê bide Aso Rostem got: “Em gelek spasiya parêzgarê Besreyê dikin, her çend heta niha ev soza xwe bi cih nehatine, lê belê dibe ku di rojên pêş de  de bi cih bîne.”

Di pêşbirka dawî ya 25emîn Şampiyoniya Kendavê de Iraqê li yarîgeha navneteweyî ya Besrayê bi encama 3-2 tîma Omanê têk bir û bo cara 4emîn bû şampiyon.

Di nav tîma Iraqê de sê lîstikvanên Kurd hebûn her yek lîstivanê tîma Kuweyt a Kuweytê Şêrko Kerîm, lîstikvanê El Salmiyê ya Kuweytê Aso Rostem, lîstîkvanê Dalkurdê li Swêdê Rêwan Emîn bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst