Amedspor piştî 5 hefteyan bi ser ket
Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê li stadyûma xwe Somaspor 3-2 têk bir û bi vê yekê piştî 5 hefteyan bi ser ket.
Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de ye, li Stadyûma Diyarbakirê bi Somasporê re lîst.
Di xuleka 22yan de lîstikvanê Amedsporê Velî Çetîn tîma xwe 1-0 xist pêş.
Di xuleka 41emîn de lîstikvanê Somasporê Ridvan Donmez li ser navê tîma xwe gola wekheviyê avêt û skor bû 1-1.
Futbolîstê Amedsporê Berk Îsmaîl Unsal di xuleka 42yemîm de golek avêt qela xwe û lîstik bû 1-2.
Amedspora ku di nîva duyem de lîstikeke bihêztir lîst, di xuleka 85an Tamer Gumuş gola wekheviyê avêt bû skor bû 2-2.
Di xuleka 89emîn de forvetê Amedsporê gola sêyem a Amedsporê avêt û Amedspor 3-2 ket pêş.
Lîstik 3-2 bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû.
Amedsporê bi serkeftina xwe ya dawî pûana xwe derxist 36an û di rêza duyem de ma.