Maradona, Ronaldo û Messi da ber hev
Navenda Nûçeyan – Lîstikvanê navdar ê arjantinî Diego Amando Maradona lîstikavanê Real Maderidê Cristiano Ronaldo û yê Barcelonayê Lionel Messi da ber hev û got, asta Ronaldo gellek li jor e lê dîsa jî Messî tercîh dikim.
Diego Amando Maradona herdu lîstikvanê futbolê Ronaldo û Messi da ber hev û ragihand: “Asta Ronaldo gelek bilind e. Wekî cinawiran e. Xwazka arjantinî bûya.”
Maradona wiha domand: “Lê ez dîsa jî Messi tercih dikim. Ev bi zewq futbolê dilehîze û bi hêsanî ji rikebirên xwe dibore.”
Lîstikavanî arjantinî herwiha bibîr xist Messî hêj Qupaya Cîhanî hilnedaye û destnîşan kir: “Medalya (nîşane) olîmpiyatê ya Messî heye. Lê bê alîkariya tîma xwe, nikare bi tena sere xwe Qupaya Cîhanî bistîne.”