Rûdawê rûmaleke serkeftî ya Kûpaya Cîhanî pêk anî

Tora Medyayî ya Rûdawê bi dirêjahiya dema Kûpaya Cîhanî  ji 20ê Mijdarê heta 18ê Kanûna Yekem a 2022an, rûmaleke berfireh li Kurdistan, Qeter, Arjentîn, Fransa û çend welatên din jî pêk anî.

Şandiyekî Tora Medyayî ya Rûdawê li navenda medyayî ya Kûpaya Cîhanî Qeterê hebû. Her wisa çend pirs û bersiv ji aliyê rahêner û lîstikvanên tîmên cîhanê ji şandiyê Rûdawê re bûn manşetên nûçeyên sporê li cîhanê.

Studyoya Rûdawê û peyamnêrên Rûdawê li Qeterê, xweşî û hestên ciwanên Kurdistan û cîhanê bi vê helkefta werzişî ya cîhanî li Qeterê veguhastin û rûmal kirin.

Her wiha tîma Rûdawê li Arjentînê bi awayekî dorfireh xweşî û ahengên gelê Arjentînê ji Buenos Airesê veguhast. Her wiha li hemû bajarên Başûrê Kurdistanê jî bi xweşî û ahengên ciwanên Kurdistanê re bû.

Tora Medyayî ya Rûdawê ji dema destpêkirina lîstikên Kûpaya Cîhanî ya 2022an ve, li Sînemaya Empire li Family Mall li bajarê Hewlêrê, di programeke bi şêwazeke nû de, di saloneke sînemayê de, derfeta dîtina lîstikên Kûpaya Cîhanî li ser ekrana sînemayî ji bo 4500 keç û xortên ji hemû bajarên Başûrê Kurdistanê misoger kir, bi rêya veguhastin û mêvandarîkirina wan li bajarê Hewlêrê.

Ji wan jî 2400 kes beşdarî pêşbirka programa (Sînemaya Kûpaya Cîhanî) bûn, di encamê de pêşbîniya 44 beşdaran ji bo tîmên serkeftî yên yekem, duyem û sêyem ên Kûpaya Cîhanî ya Futbolê rast derket. Wekî encam jî, keçek û du xortên beşdar di tîr û pişkê de derketin û xelatên yekem, duyem û sêyem ên  (Sînemaya Kûpaya Cîhanî) bi dest xwe ve anîn.

Her wiha gelek konsul, berpirs, hunermend û kesayet wek mêvan beşdarî 41 bernameyên (Sînemaya Kûpaya Cîhanî ) ya Rûdawê bûn.

Di rûmalkirina mondiyalê de, Maseya Werzişî ya Rûdawê careke din şiyana xwe nîşan da û Tora Medyayî ya Rûdawê bi giştî jî bêrikeberiya xwe di xizmetkirina ciwanan de nîşan da.

Tora Medyayî ya Rûdawê

19.12.2022