Amedspor ji Enqereyê bi pûanekê vegeriya
Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor li deplasmanê bi Gençlerbirligiyê re 1-1 ma ji Enqereyê bi pûanekê vegeriya.
Amedspora ku di Lîga 1emîn a TFFyê de ye, di hefteya 9emîn de li deplasmanê bi tîma Enqereyê Gençlerbirligiyê re lîst.
Lîstikvanê Amedsporê Kristijan Lovric xuleka 28an golek avêt û tîma xwe 1-0 xist pêş.
Gençlerbirligiyê di xuleka 45+1ê de bi gola penaltiyê ya Moussa Djitte bersiv da Amedsporê.
Nîva yekem a lîstikê bi encama 1-1 bi dawî bû.
Nîva duyem jî bê gol bi dawî bû û maç 1-1 wekhev qediya û her yekê pûanek wergirt.
Amedspor bi vê wekheviyê gaveke din ji lûtkeyê dûr ket.
Amedsporê bi lîstika dawiyê pûana xwe derxist 13an û daket rêza 10an.