Gola Denîz Undav têrî Stuttgartê nekir

Hewlêr (Rûdaw) - Real Madridê li mala xwe Stuttgarta tîma Denîz Undav 3 - 1 têk bir.

Lîga Şampiyonan a UEFAyê bi formata xwe ya nû dest pê kir.

Tîma Spanyayê Real Madrid û tîma Almanyayê Stuttgart li Stadyûma Santiago Bernabeuyê hatin hemberî hev.

Nîva yekem a lîstikê bi encama 0-0 bi dawî bû.

Stêrkê Fransî yê Real Madridê Kylian Mbappe xuleka 46an golek avêt û tîma xwe 1-0 xist pêş.

Denîz Undav gola wekheviyê avêt

Lîstikvanê Kurd ê Stuttgartê Denîz xuleka 68an gola wekheviyê avêt û skor bû 1-1.

Real Madrid xuleka 83 yan bi lîstikvanê Alman Antonio Rudiger careke din ket pêş.

Lîstikvanê Brazîlî Endrick ku di xulekên dawî de ket lîstikê di xuleka 90+5an de gola 3yem a Real Madridê avêt.

Maç 3 - 1 bi serkeftina Real Madridê bi dawî bû û bû xwediyê 3 puanan. Stuttgart jî destevala vegeriya malê.

Li aliyê din, di Lîga Şampiypnan de doh êvarê 5 maçên din jî hebûn.

Yek ji maçên herî balkêş jî maça Bayern Munchen û Dinamo Zagrebê bû ku Bayern 9-2 bi ser ket.

Encamên maçên din jî wiha ne:

Milan (Îtalya)-Liverpool (Îngilistan): 1-3

Sporting Lizbon (Portugal)-Lille (Fransa): 2-0

Juventus (Îtalya)-PSV (Holenda): 3-1

Young Boys (Swîsre)-Aston Villa (Îngilistan): 0-3