Amedspor: Piştî 7 salan qedexeya beşdariya alîgirên me ya lîstikan hat rakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê ragihand ku qedexeya beşdariya alîgirên wê di lîstikên bajarên din (deplasman) de piştî 7 salan hatiye rakirin.

Tîma Futbolê ya Amedsporê îro Pêncşemê 18ê Gulana 2023an bi daxuyaniyekê ragihand ku qedexeya beşdarbûna alîgirên wê li lîstikên deplasmanê piştî 7 salan hatiye rakirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Ji bo lîstika me ya Menemen F.K ku em dê li Izmirê demjimêr 15:00an bilîzin qedexeya beşdarbûna alîgirên me nîne. Bilêtên tîma mêvan roja lîstikê dê bên firotin. Bihayê bilêtê wek 40 lîreyê Tirkî hatiye diyarkirin.”

Amedspor niha bidestxistiye ku di Lîga 2emîn ya Spî di nav grupê beşdarî lîstikên Play-Off de be û 7 sal in alîgirên wê nikaribûn beşdarî lîstikên deplasmanê bibin.