Zarokê Kurd dixwaze di Real Madrid û Barcelonayê de bilîze

Amed (Rûdaw) – Li gundekî Amed a Bakurê Kurdistanê, zarokekî Kurd ê 10 salî yê bi navê Muhemmed Bayrak, ku pir ji futbolê hez dike, bi hewldan û rahênanên berdewam asta xwe gelek pêşxistiye û bala gelek kesan kişandiye ser xwe. Muhemmed ji Rûdawê re hêviyên xwe tîne ziman û dibêje: Dixwazim di Real Madrîd û Barcelonayê de bilîzim û li cîhanê bibim futbolîstekî navdar.

Muhemmed Bayrak zarokekî Kurd û xelkê gundê Şêxkendê yê ser bi bajarê Amedê ve û 10 salî ye, lê tevî  temenê xwe yê biçûk, ew di lîstika futbolê de bala hemû gundiyên xwe û gelek kesên din ji Amedê kişandiye ser xwe.

Ew bi awayekê berdewam li gundê xwe, Şêxkendê, xwe amade dike, daku bibe futbolîsteke bi navûdeng. Bi hewldanên berdewam, siwarî wî ya gogê (topê), bazdana wî, gavên wî yên lezgîn bûne taybetmendiyên wî yên balkêş di lîstika futbolê de.

Herwisa bawerî û hêviyên wî, ji bo mamoste û malbata wî bûne cihê şanaziyê

Muhemmed hewl dide ku ji aliyê rayedarên tîmên futbolê yên cîhanê ve were naskirin.

Bavê Muhememed ji bo ku kurê wî bikaribe armanca xwe cîbicî bike jê re dibe alîkar û jê re yarîgehek di nav hewşa mala xwe de çêkiriye.

Muhemmed Bayrak bi temenê xwe yê biçk, hêviyên mezin hene û dixwaze di tîmên mezin ên cîhanê yên weke Real Madrid û Barcelonayê bilîze.

Muhemmedê 10 salî ji Rûdawê re behsa wan hêviyên xwe dike û dibêje: “Dixwazim di Real Madrîd û Barcelona de bilîzim, armanca min ew e ku bibim futbolîstekî baş ê cîhanê, di nav hewşa malê de antrenmanê xwe dikim, bavê min alikarirya min dike, ez di xewna xwe de jî futbolê dilîzim.”

Muhememed xwe amade dike û gogê dilîze, di şert û mercên nav gund de peydakirina yarîgeheke kamil û alav û pêdiviyên rahênana futbolê zehmet e; lê pişta Muhemed qayîm e; bavê wî mehfêl û xalîçeyên ser sergo anîne û pine kirine, lastîkên otomobîlan yên avêtî jî ji Muhemmed re kiriye parkûr û bi kelûpelên avêtî di hewşa mala xwe de li gundê Şêxkendê ji kurê xwe re yarîgeh ava kiriye.

Bavê Muhemmed, Suleyman Bayrak ji Rûdawê re dibêje: “Min parçeyên xalîçeyên xelkê yên avêtî anî bi hev ve kir û ji kurê xwe re yarîgeh çêkir, derfetên me gelek sînordar in; lê dema mirov bixwaze ji tunebûnê jî diafirîne, bi kap û werîzan jî min qele jê re çêkir ku ew xebat û werzişa xwe bike û bibe futbolîstekî baş.”

Bavê Muhemmed jî dema zarok bû her dixwest bibe futbolîst; lê jiyanê ew derfet nedaye wî. Ew niha hemû xeyal û armancên xwe yên ku bi dest nexistibû, dixwaze bi destê xwe ji bo Muhemmedê kurê xwe pêk bîne.

Suleyman Bayrak derbarê vê yekê de dibêje: “Min heta niha hemû derfetên xwe pêşkeşî serkeftina Muhemmed kiriye û çi ji destê min were jî ezê jê re bikim, armanca min ez Muhemmed tevlê nav kadroya tîmeke profesyonel bikim; herwisa daxwaz ji xelkê me dikim  di vê babetê de bila alîkariya me bikin.”

Yek ji piştrgirên Muhemmed jî mamosteyê wî ye; ku ew dema van dawiyan li Muhemmed temaşe dike û matmayî dimîne, ji ber ku Muhemmed roj bi roj asta serkeftina xwe zêdetir dike û ev yek hêviyên mamosteyê wî geştir dike.

Mamosteyê Futbolê û mamosteyê Muhemmed, Vehbî Kaya bi pêşketina wî zarokê 10 salî kêfxweş e û diyar dike: “Dema min Mihemed dît li gor temenê xwe futbolîstekî ji rêzê bû; lê her roj baştir bû min jî gelek alîkariya wî kir û niha ez dibînim ku roj bi roj dibe wek stêrk.”

Li Bakurê Kurdistanê gelek kesên weke Muhemmed hene ku pir ji werzişê hez dikin; lê gelek ji wan an ji ber bêderfetiyê an jî ji ber ku malbatên wan piştgiriyê wan nakin û carna jî ew bi neçarî di karê ne li gor şiyana xwe de kar dikin, şiyanên xwe winda dikin û armanc û hêviyên wan ên zarokatiyê ji wan re dibe xewn û xeyal.