DMME derbarê Denîz Nakî de biryara xwe aşkere dike

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) sibe derbarê doza futbolîstê Kurd Denîz Nakî de biryara xwe aşkere dike.

Futbolîstê Kurd Denîz Nakî ku lîstikvanê Amedsporê bû, 31ê Çileya 2016an piştî pêşbirka li gel Bursasporê li hejmara xwe ya medya civakî amaje bi şerê li bajarên Kurdan kiribû û nivîsandibû, “Bila zarok nemirin û şekir jî bixwin.”

Lijneya Disiplînê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyê ji ber wê peyamê bi tometa “propogandaya îdeolojîk” Denîz Nakî ji 12 pêşbirkan dûr xistibû û 19.500 lîreyê Tirkî jî ceza dabû tîma Amedsporê.

Li ser vê yekê parêzerên Denîz Nakî û tîma Amedsporê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn.

DMME jî ku dê sibe biryara xwe aşkere bike, li ser vê dosyeyê heta 1ê Adara 2018an dem dabû Tirkiyê ku parastina xwe bike.

Jibilî Denîz Nakî, yek ji rêveberên berê yê tîma Galatasarayê Sedat Dogan û dadwerê berê yê Super Lîga Tirkiyê Îbrahîm Tokmak, li dijî Federasyona Futbolê ya Tirkiyê serî li DMMEyê dabûn.

Mamosteyê Zanîngeha Stenbolê Hiqûqnas Prof Dr. H. Burak Gemalmaz têkildarî mijarê li hejmara xwe ya Twitterê ragihand ku biryara DMME biryarê derbarê her sê keysan de dide û li gor gotina wî ev biryar ne tenê bo spora Tirkiyê dê ji bo spora cîhanê jî biryareke girîng be.

Prof Dr. H. Burak Gemalmaz amaje bi dosya derbarê Denîz Nakî de kir û got, biryar dê derbarê “propagandaya siyasî de be ku di sporê de qedexeyeke kategorîk e.”

Herwiha wî profesorî pêşbîniya xwe jî aniye ziman ku bi gotina wî DMME dê biryarê li ser binpêkirina mafan bide.

 

 

Li aliyê din li Almanyayê doznameya li ser dosyeya ku bi tometa “avakirina rêxistina tawan” li dijî futbolîstê Kurd Denîz Nakî de hatibû vekirin, temam bû.

Berdevkê Dadgeha Eyaleta Aachen Dadger Thomas Birtel têkildarî mijarê ji malpera Deutsche Welle (DW) ji ragihand ku dozname 4 “gumanbar”an lix we digire û eger ev dozname bê qebûlkirin, dadgehîkirina Nakî dê meha Hezîranê destpê bike.

Futbolîstê Kurd Denîz Nakî par li Almanyayê bi tometa “avakirin û endamtiya rêxistina tawan” hatibû girtin.

Herwiha Denîz Nakî ku xelkê Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye, dema di tîma Gençlerbîrlîgî ya Enqerê de dilîst ji ber ku nivîsa `Azadî` ya li ser destê wî , rastî êrişê hatibû.