Amedspor ji deplasmanê bi pûanekê vegeriya

Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor bi Çorum FKyê re 1-1 ma ji deplasmanê bi pûanekê vegeriya.

Amedspor li parêzgeha Çorumê ya Tirkiyeyê, bi tîma Çorum FKyê re di maça hefteya 16emîn a Lîga Yekemîn de dê hatin pêşberî hev.

Çorum FKyê di xuleka 68an de bi gola penaltiyê ya Ferhat Yazgan 1-0 ket pêşiya Amedsporê.

Lîstikvanê Çorum FKyê xuleka 74an golek avêt qaleya xwe û skor bû 1-1.

Lîstik bi encama 1-1 bi dawî bû û her yekê pûanek wergirt.

Amedsporê bi lîstika dawiyê pûana xwe derxist 22ya û disa di rêza 14an de ma.