Maça Çorum û Amedê: Çorumê vîdeoya ‘şer’ belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çorumê ya Tirkiyeyê, Amedspor û tîma Ahlatçi Çorumê di maça hefteya 16emîn a Lîga Yekemîn de dê werin pêşberî hev.

Amedspor û kluba Ahlatçi Çorumê dê saet 16:00an li Stadyuma Çorumê werin pêşberî hev ku di navbera wan de tenê 2 puan hene.

Amedspor di Lîga Yekemîn a TFFyê de bi 21 puanan di rêza 14an de ye û Ahlatçi Çorum jî bi 23 puanan di rêza 8an de ye.

Beriya lîstikê Ahlatçi Çorumê li ser medyaya civakî vîdeoyek belav kir.

Di vîdeoya Ahlatçi Çorumê de lîstikvan bi hesp û guran diçin şerekî û di destên wan de şûr, rim, tîr û kevan hene.

Vîdeo li ser medyaya civakî li ser rastî bertekan hat.

Çend bertekên bikarhênerên medyaya civakî:

“Hûn diçine şer?

Dema ku mijar dibe Amedspor rihê we yê şer geş dibe, hûn naçine şer, diçin maçê.”

Amedsporê beriya çend rojan ragihandibû ku wan ji bo Lîsansa Neteweyî serî li Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) daye.

Hat diyarkirin ku piştî lêkolîna bingeh, karmend, hiqûqî û darayî ew daxwaza wan hatiye qebûlkirin.