Werzişvanê Kurd otobusek 42 tonî bi werîs kişand

Hewlêr (Rûdaw) - Werzîşvanê hêza laşî yê Kurd Mecîd Yehya, li navenda bajarê Hewlêrê, otobusa 15 kes têde  ku bi giştî 42 ton bû, bi weris bi xwe ve kişand û birêve çû. Yehya herwiha dibêje ew dixwaze balafirek û 20 otomobîlan jî bikêşîne da ku navê xwe di Pirtûka Rekoran a Guinenessê de tomar bike.

Werzîşvanê Kurdf Mecîd Yehya ku dixwaze navê xwe li  Pirtûka Rekoran a Guinenessê tomar bike, li ber Kelha Hewlêrê, otobusa du qatî ku 15 kes tê de bûn, bi werîs li pêş çavên hejmareke werzişvan û xelkê, 51,5 metre bi xwe ve kişand.

Mecîd Yehya ku bû mêvanê bultena werzîşê ya Rûdawê, diyar kir ku ew 35 sal in werzişê dike, bi bedensaziyê re eleqedar bûye û rahênanên giran kiriye.

Yehya, da zanîn ku wî pêştir jî otobusek yek qatî û piştre jî kamyonek bi werîs kişandiye û got: “Min li Kerkûkê jî karî barhilgirek 27 ton 10 metreyan rakêşe. Paşê min biryar da ku ji bo ez navê xwe di Pirtûka Rekoran a Guinenessêd de tomar bikim, otobûsê rakêşim. Min karî otobusa 42 tonî ligel ligel 15 rêwiyan ve bikişînim."

Macid Yahyayê ku diyar kir werzişvanekî Bi bask li dinyayê wesayiteke bi vî giranî 31 metre kişand û wiha got: “Min 51,5 metre kişand. Yanî min 20 metre û nîv zêde zêde kir.”

Werzişvanê Kurd destnîşan kir ku werzişvanekî Kanadî bi navê Kevin Fast di vê giraniyê de kariya otobûesekê  31 metreyan rakêşe û  “Min 51,5 metre kişand. Yanî min 20 metre û nîv zêde kir.”

Werzişvanê Kurd amaje bi wê yekê jî kir, ku wî vîdyoyên pêşandana xwe ya duh ji bo jûriya Guinnessê re şandiye û got ku ew dixwaze rekora xwe bi amadebûna jûriyên Guinnessê tomar bike û ji ber wê jî daxwaza piştevaniyê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.

Werzîşvanê  hêza laşî Mecîd Yehya dibêje: “Armanca min a din kişandina balafirek, 20 otomobîl û 10 mînîbusan e. Lê ji bo vê yekê pêwîstiya min bi piştgiriya aborî û manewî heye. Di vê mijarê de ez hêviya piştgiriyê ji birêz Serokwezîr dikim. Minak ji bo vekişandina balafirekê pêwîstiya min bi destûra fermî û amadekariyê heye.”