FIFA 2018 – Îspanya û Portugal 3 – 3 wekhev man

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma Îspanyayê û tîma Portugalê di lîstikeke pir bi gol û bi tam û çêj de wekhev man.

 

Di lîstika dawî ya roja duyem a Kûpaya Cîhanî ya 2018an de Îspanya û Portugal hatin hemberî hev û lîstik bi wekheviya bi sê golan bi dawî bû.

 

Destpêka maçê û piştî çar xulekan, Cristiano Ronaldo yekem gola Portugalê tomar kir, piştre di xuleka 24an de lîstikvanê Îspanyayê Diego Costa bi gola xwe herdu tîman kir wekhev, piştre di xuleka 44an de Cristiano Ronaldo goleke din jî avêt û tîma xwe xiste pêşiya Portugalê û nîveka yekem bi encama 2-1 bi dawî bû.

 

Diego Costa di xuleka 55an de goleke din jî avêt û rewş bû 2 - 2, piştî 3 xulekan jî Nacho Fernandez bi gola xwe tîma xwe ya Îspanyayê pêş xist. Herî dawî di xuleka 88an de Ronaldo cardin golek avêt û encama maçê 3 – 3 ma.