Suarez daxwaz ji FC Barcelonayê kir girêbesta Messi nû bike

Navenda Nûçeyan – Piştî tomarakirina gola xwe ya hejmara 100 li gel Tîma FC Barcelona, yarîzan Luis Suarez êrişberê tîmê li gel Rêvebirê Cîbicîkar ê Barcelonayê civiya û daxwaz jê kir, ku girêbesta Lionel Messi nû bikin.

 

Yarîzanê êrişberê tîma FC Barcelonayê daxwaz ji rêveberîtiya wê tîmê kir, ku girêbesta yarîzan Lionel Messi nû bikin, ji ber ku baştirîn yarîzanê cîhanê ye.

 

Oscar Grau di konfranseke rojnamevanî de ragihand, ew dixwazin li ser xwe bin û bi şêweyeke baş hizir ji girêbestên stêrên tîma xwe bikin, bi taybetî jî yarîzanên weke Messi û Ineista.

 

Rêvebirê Cîbicîkarê FC Barcelona ew yek jî da xuyakirin, ku Suarez li gel wî axiviye û daxwaza nûkirina girêbesta Messi kiriye.

 

Li gorî gotina Oscar Grau, Suarez ji wî re gotiye, ku Messi baştirîn yarîzanê fotbolê yê cîhanê ye û nûkirina girêbesta wî pêwstî bi hizirkirinê nîne.