Messî û Suarez pêşwaziya Nadiye Mûrad kirin

Navenda Nûçeyan – Balyoza Niyetpakiyê ya Neteweyên Yekbûyî Nadiye Murad ji aliyê baregaha sereke ya tîma Îspanyayê Barcelonayê ve hate pêşwazîkirin.

 

Roja Pênşemê (12-01-2017) keça kurda êzidî Nadiye Mûrad serdana baregaha sereke ya tîma katalanî Barcelonayê kir û li gel berpirsên tîmê û herwiha stêrkên tîmê Lionel Messî û Luis Suarez hate gel hev.

 

Di dema serdanê de Nadiye Mûrad eşkere kir, ku xewna wê ew bûye serdana Barcelonayê bike, ji ber piştigiya karê wan spasyiya xwe ji tîma Barcelonayê re bîne ziman.

 

Çalakvana kurda êzidî Nadiya Mûrad di sala 1993ê de li Şingalê ji dayik bûye. Di tebaxa 2004ê de ji aliyê DAIŞê ve hate revandin. Piştî hate azadkirin ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke Balyoza Niyetpakiyê hate hilbijartin.

 

Di 13ê Kanûnê de Parlamentoya Ewropayê xelata Sakharov pêşkeşî keçên kurd Nadiye Murad 3u Lemiya Beşar kir.