Serokê tîmê êrişî hekem kir, li Tirkiyeyê hemû lîg hatin taloqkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê tîma Ankaragucuyê ya lîga Tirkiyeyê bi kulman êrişî hekem Halîl Umut Meler kir.

Piştî vê yekê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê hemû maç taloq kirin.

Şeva borî Serokê Tîma MKE Ankaragucuyê Faruk Koca piştî maça tîma xwe ya bi Çaykur Rîzesporê re bi kulman êrişî hekemê maçê Halîl Umut Meler kir.

Hekem piştî kulma wî li erdê veleziya û yên derdorê jî bi pehînan êrişî hekemê li erdê kir.

Piştî vê yekê hekeman biryar da ku ve hefteyê maçên lîgê bi rê ve nebin.

Li aliyê din, Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî da zanîn ku wan li ser bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin.

Maç hatin taloqkirin

Lijneya Rêveberiyê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê piştî vê êrişê civîneke awarte li dar xist.

Serokê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê Mehmet Buyukekşî piştî civînê ragihand ku hemû maçên tevên lîgên Tirkiyeyê heta maweyekî nediyar hatin taloqkirin.

Mehmet Buyukekşî di daxuyaniya xwe de got:

“Hovên xwenezan êrişî hekem Halîl Umut Meler kir. Heta niha kê hekem kiribin hedef ew şirîkên vî sûcî ne.

Berpirsiyar dê bi awayê herî giran werin cezakirin. Maçên tevên lîgan hatin taloqkirn. Maçên futbolê ne şer in, di dawiya wan de mirin nîne.”

Faruk Koca kî ye?

Faruk Kocayê ku êrişî Halîl Umut Meler kir endamê avaker ê AK Partiyê ye û du caran bûye parlamenterê AK Partiyê yê Enqereyê.

Piştî vê êrişê AK Partiyê daxuyand ku wan Faruk Koca bi xwesteka îxrackirinê sewqî disîplînê kiriye.