Hekemekî îtalî dê lîstika fînala kûpaya cîhanê birêve bibe
Hewlêr (Rûdaw) - Hekemê îtalî yê bi navê Nîcola Rîzzolî dê lîstika fînala Kûpa Cîhanî ya Brêzîliya 2014an birêve bibe. Di fînalê de dê Arjantîn û Almanya bi hev re bilîzin.
Li gorî agahdariya ku di malpera (Federasyona Navdewletî ya Fûtbolê) FIFAyê de hatiye belav kirin, hekemê îtalî Nîcola Rîzzolî dê serpereştiya lîstika fînalê ya kûpaya cîhanî ya Brêzîliya 2014an bike.
Fînala di navbera Arjantîn û Almanya de, dê roja 13ê Tîrmeha îsal (sibê) û saet 22:00 bi dema Hewlêrê were lîstin.
Rîzzolî, di kûpaya 2014an de heta niha serpereştiya lîstikên di navbera Spanya-Hollanda, Nîjeriya-Arjantîn û Belçîka- Arjantînê kiriye. Bi vê lîstika fînalê ve dê cara çarem bibe hekem.
Di lîstika fînalê de alîkarên Rîzzolî dê hemwelatiyên wî yên bi navên Renato Faveranî û Andrea Stefanî bin, hekemê çarem jî dê Carlos Vera yê Ekvadorî be.
Rîzzolî beriya niha serpereştiya gellek lîstikên grîng kiriye. Wek nimûne, di 2011an de di Kûpaya Kulûban a Dinyayê ya FIFAyê de hekemtiya 2 lîstikan kiribû. Herweha di Kûpaya Cîhanê ya Ciwanên temenê wan di bin 20 salî de ne, de jî ku li Tirkiyê hatibû lidarxistin 2 lîstik îdare kiribû.
Di sala 2013an de jî di Lîga Şampîyonan de, fîtik ji lîstika Bayern Munîh- Borussia Dortmund re lêxistibû.
Nîcola Rîzzolî, di dîroka Kûpaya Cîhanê de sêyemîn hekemê îtalî ye ku dê serpereştiya lîstika fînalê bike. Di sala 1978 an de Sergio Gonella û di sala 2002 an de jî Pierluigi Collina serpereştiya lîstika fînalê kiribûn.