Amedspor bi 3 puanan ji mala cîranê xwe vegeriya

Lîstikvanên Amedspor û Şanliurfasporê /Wêne: Amedspor

Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê li Rihayê Şanliurfaspor 1-0 têk bir û bi 3 puanan ji mala cîranê xwe vegeriya.

Her du tîmên Bakurê Kurdistanê Şanliurfaspor û Amedspor di hefteya 33yemîn de li stadyuma Rihayê hatin pêşberî hev.

Lîstikvanê Amedsporê Adama Traore xuleka 35an golek avêt û tîma xwe 1-0 xist pêş.

Nîva yekem a lîstikê 1-0 bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû.

Di nîveka duyem de jî tîma bi bandor Amedspor bû.

Her çiqasî Amedspor bi bandor bû jî lê nekarî goleke din jî biavêje û listik 1-0 qediya.

Amedsporê bi vê encamê puanên xwe derxistin 51ê û di Lîga 1emîn a TFFyê de derket rêza 8an.

Her wiha Amedsporê bi vê serkeftinê heviyên xwe yên ji bo Play-Offê jî geştir kirin.

Li aliyê din, tîma Rihayê Şanliurfapsor jî ku îsal di krîzeke dijwar de ye bi vê têkçûnê bi 37 puanan di rêza 18an de ye.