WAN – Mihemedê 9 salî yê boksor dixwaze bibe wekî Mihemed Elî

Hewlêr (Rûdaw) – Mihemedê 9 salî yê xelkê Wanê, dixwaze wekî Mihemed Elî bibe şampiyonê boksê û ew bi hemû hêz û taqeta xwe ji bo wê armancê kar dike.

Mihemedê biçûk ango Mehmet Bekîr Uyumaz, boksorê navdar ê cîhanî Mihemed Elî ji xwe re dike mînak û baweriya wî bi serkeftina wî heye.

Ew xwe li ber sir û seqema ku ji 2-8 pileyan dadikeve heta bin sifirê jî dev ji rahênanê bernade.

Werzîşvanê kickboksê Mehmet Bekîr Uyumaz got, “Di şampiyoniya kickboks3e ya Wanê de bûm yekemîn û min mafê beşdarbûna şampiyoniya Tirkiyeyê bi dest xist.”

Mihemed diyar kir ku armanca wî ew e ku di kickboksê de li welatên Ewropa û Taylandê jî bibe şampiyon.

Bavê Mihemed Samet Uyumaz jî got, “Di zivistaneke dijwar de her rahênan kir. Guh nade berf û baranê û her rahênanê dike.”

Şampiyontiya kickboksê ya ji bo zarokan 22-28ê Kanûna Paşîna 2024an li parêzgehên Antalya û Mêrsînê yênTirkiyeyê bi rê ve diçe.

Eger Mihemed bibe yekemîn dê beşdarî şampiyoniya cîhanê jî bibe.