Cristiano Ronaldo vê carê bi kulma xwe bû rojev

Hewlêr (Rûdaw) – Di maça nîveka fînalê ya Kupaya Super a Erebistana Siûdî de tîmên Al-Hilal û Al-Nassrê hatin pêşberî hev.

Al-Nassra ku tîma Cristiano Ronaldo ye 2 û 1 têk çû û hekemê maçê xuleka 86an karta sor nîşanî Ronaldo da.

Cristiano Ronaldo piştî karta sor kulma xwe li hekeme maçê bilind kir lê belê lê neda.

Ronaldo piştî vê tevgera xwe careke din bû rojev.

Cristiano Ronaldo dema ji qada lîstikê derdiket jî hekem bi çepikên xwe protesto kir.

Li hêla din, Al-Hilala ku Al-Nassr 2 û 1 têk bir dê di maça fînalê de bi Al-Ittihadê re bilîze.