Sembola ‘torosên spî’ xwe negirt

Hewlêr (Rûdaw) - Bursaspora ku di gelek maçên xwe de êrişî Diyarbekirspor û Amedsporê dikir ket lîga 3yem.

Bursaspora ku di Koma Spî ya Lîga 2yem a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de cih digire, li hemberî 1461 Trabzon FKyê 2 û 1 têk çû û ket Lîga sêyem.

Alîgirên Bursasporê herî dawiyê di maça xwe ya bi Amedsporê posterên Mahmut Yildirimê bi nasnavê Yeşîl (Kesk) û posterên torosên spî bilind kiribûn.

Alîgir û futbolîstên Bursasporê êrişî lîstikvanên Amedsporê jî kiribû û gelek çêr û heqaretên giran kiribûn.

Dewletê salên 1990î li Bakurê Kurdistanê gelek Kurdên sivîl kuştibûn û bêserûşûn kiribûn.

“Torosên spî” û “Yeşîl” wekî sembola wan kuştinan tên naskirin ku di raya giştî de bi navê “faîlîmeçhûl/kuştinên ku failê wan ne diyar e” tên zanîn.